Li Enstîtuya Kurdî Waneyên Soranî

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dest bi atolyeyên fêrkirina zaravayê soranî dike. Her wekî tê zanîn li Enstîtuya Kurdî atolyeyên bi zaravayên kurmancî û kirmanckî ji mêj ve hebûn, niha jî atolyeya soranî  dest pê dike. 

Kesên ku dixwazin soranî fêr bibin dikarin li ser navenda Enstîtuyê bidin û navê xwe bidin tomarkirin. Buhayê vê kursa dê sê mehan bidome, 100 lîre ye. Wane dê bi kurdî werin dayîn, lewre jî kesên ku serî lê bidin divê bi zaravayekî kurdî (kurmancî / kirmancî) wekî zimanê nivîskî bizanin. Ji ber ku kapasîteya fêrgehê ne zêde ye, em herî zêde dikarin qeyda 30 kesî bigirin.  


Malpera me ya nû: http://www.enstituyakurdistenbol.com/