Li Enstîtuya Kurdî hûn dikarin hînî kurdî bibin

Gelo perwerdehî çi ye û çima tê kirin? Bi awayekî gelemperî perwerdehî têşedana hest û ramana mirovan e.  Ji ber vê yekê jî di perwerdehiyê de tiştê herî girîng armanc e. Serê pêşîn divê armanca wê zelal be, piştre divê rê û rêbaza wê diyar bibe, li gorî wê rê û rêbazê jî bername û karnameyek were amadekirin. Her wiha divê ji bo birêvebirina karê perwerdehiyê navgîn û materyalên pêwîst (nivîskî, bihîzyarî û dîtbarî) hebin.
Pê rê têkildarî divê kesên ku karibin vê perwerdehiyê bidin hebin. Wate, divê perwerdekarên ku baş perwerdebûne hebin.  Li ser wê bingehê mirov dikare perwerdehiyeke serkeftî pêk bîne.

Em wekî Enstîtuya Kurdî dixwazin hest û helwesta mirovan der barê ziman, çand, dîroka wan de biguhêrin. Bi vê mebestê em xebatên lêkolînî dikin, berheman diweşînin û komxebatên fêrkirina zimanê kurdî amade dikin.  Heta ji me tê em dixwazin  li gorî rê û rêbazên pedagojîk û zanistî mirovan hînî zimanê kurdî bikin. Di vî karê xwe em hewl didin ku çar behremendiyên mirovan ( xwendin, nivîsandin, guhdarîkirin û axaftin) bi pêş bixin.

Mixabin ji ber astengiyê fermî û nebûna derfetên aborî, em nikarin karekî li gorî dilê xwe pêk bînin. Lê dîsa jî gelek kes tên Enstîtuya Kurdî û zimanê kurdî (kurmancî û kirmanckî) heta radeyekê fêr dibin.

Belê, her çiqas em karê perwerdehiya bi zimanê kurdî nekin jî, em karê hîndekariya zimanê kurdî dikin. Em zimanê kurdî hem wekî zimanê dayikê, hem jî wekî zimanê duyemîn fêr dikin. Armanca vî karê ku em dikin fêrkirina zimanê kurdî ye. Di vê xebatê de em di sê astan de kurdî fêr dikin. Di asta yekemîn de em kurdî fêrî kesên ku qet bi vî zimanî nizanin dikin. Di asta duyemîn de du cure şagirt hene; kesên bi zimanê devkî dizanin û kesên ku ji asta yekem derbasî asta duyem bûne. Koma pêşîn a ku bi zimanê devkî dizane, di vê astê de hînî xwendin û nivîsandin kurdî dibe û zimanê nivîskî û têgihên rêzimanî nas dikin. Kesên ku vê astê diqedînin, piştî azmûna nivîskî divê ji azmûna devkî jî derbas bibin. Kesên ji vê astê derbas dibin, derbasî asta  sêyemîn dibin. Di vê astê de digel zimanê nivîskî, rêzimana kurdî jî hîn dibin.
Kesên ku vê astê bi awayekî serkeftî diqedînin, dikarin beşdarî xebatên Enstîtuya Kurdî bibin û beşdarî asta mamostetiyê bibin û piştî asta mamostetiyê wekî endam û aktîvîstekî/e Enstîtuya Kurdî zimanê kurdî hînî mirovan bibin.

 Fermo, hûn jî werin zimanê kurdî hîn bibin û piştre jî bibin têkoşer û mamosteyên zimanê kurdî!

(Samî TAN)