Çapa nû ya Ferhenga Mezin derket!

Ferhenga Mezin a Tirkî-Kurdî ya ku ev demeke dirêj e, li piyaseyê peyda nedibû ji nû ve hate çapkirin. Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê çapa wê ya nû derxist. Kesên ku dixwazin li ser zimanê kurdî xebatê bikin, ji tirkî bo kurdî wergerê bikin, divê ew ferheng li ber destên wan hebe.


*Wateya bi kurdî 40 hezar peyvên bi tirkî
*Kurdiya wateyên cuda yên heman peyva tirkî
* Kurdiya bi hezaran biwêjan
* Li ber her peyvê hevokên mînakî hene.

Her wiha çapa nû ya Ferhenga Kurdî-Tirkî ku ji 131 hezar peyvên kurdî û hemwateyên wan ên tirkî pêk tê jî di demeke nêzîk de derdikeve.
Hûn dikarin her du ferhengan jî ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bixwazin.


Malpera me ya nû: http://www.enstituyakurdistenbol.com/