Piştî sed salî Rojî Kurd ji nû çap bû

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kovara Rojî Kurd di sala 1913'an de ji hêla Cemiyeta Telebên Kurd Hêvî ve hatiye derxistin ji nû ve çap kir. Ev kovar ji hêla Koma Kurdolojiyê ve hatiye amadekirin. Di vê çapa taybet a Rojî Kurd de tîpguhêziya hemû nivîsan hatiye kirin û nivîsên bi zimanê osmanî li tirkiya îro hatine wergerandin. Her wiha di vê çapa Rojî Kurd de her çar hejmarên kovarê bi dirûvê xwe yê resen jî cih digirin.

Kesên ku dixwazin dîroka çapemeniya kurd û têkoşîna rewşenbîrî ya kurdan nas bikin, der barê rewş û taybetiyên wê demê de bibin xwedan agahî divê vê kovarê bixwînin. Rewşenbîrên mîna Abdullah Cevdet, Xelîl Xeyalî, M. Salih Bedirxan, Necmedîn Huseyin Kerkûkî, Kurdî, Îsmaîl Heqî Babanzade, Ekrem Cemîlpaşa, Evdilkerîmê Silêmanî bîr û baweriyên xwe yên civakî û siyasî di wê kovarê de nivîsandine. Kesên ku dixwazin hest û ramanên  ciwan û rewşenbîrên kurd ên wê demê nas bikin, li ser wê demê lêkolîna bikin divê teqez vê kovarê bixwînin.

Malpera me ya nû: http://www.enstituyakurdistenbol.com/