HEJMARA NÛ YA ZENDÊ DERKET!

Hejmara nû kovara lêkolînî Zend ku ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve tê derxistin, derket. Zend wekî kovareke akademîk cih dide nivîsên der barê ziman, wêje û dîroka kurdî, di vê hejmarê de jî gelek nivîsên girîng û balkêş hene.  Em beşek ji nivîsa Edîtor a Zendê pêşkêşî we dikin.

Ji Edîtor

Em bi hejmareke nû li pêşberî we xwînerên xwe yên delal û berkeftî ne. Me hewl da ku ev hejmar di demsala biharê de bigihêje ber destên we, lê mixabin dîsa ji me re li hev nehat û bi qasî mehekê bi derengî ket, dem jî qulibî demsala havînê. Îsal em bi hêviya aştî û azadiyê ketin demsala biharê, têkoşîna gelê kurd jî kete qonaxeke nû.

Piştî vêz nirxandina gelemperî em dikarin, der barê naveroka kovarê de çend tiştan bibêjin. Ev hejmara me jî wekî hejmarên berê bi gotarên girîng û balkêş dagirtî ye. Di warê ziman, wêje, dîrok û perwerdehiyê de, di vê hejmarê de hinek nivîs hene û giranî li ser mijarên zimanzaniyê ye. Di vê hejmarê de Şemoyê Memê li ser mijara “Di Zargotina Kurdî de Hesp” nivîseke berfireh nivîsandiye.  Her wiha Î. Seydo Aydogan mijareke balkêş a rêzimana kurdî, mijara “medyatîf”ê hildaye dest. Memê Mala Hine, di vê hejmarê de nivîsek der barê wêjekar û ronakbîrê navdar Piremêrd de amade kiriye. Di barê kovarên berê yên kurdî de sê nivîs di vê hejmara Zendê de cih girtine; Ronayî Onen û Samî Tan der barê Rojî Kurd de, Murad Celalî jî der barê Kovara Tîrêj de nivîs amade kirine. 

Her wiha di vê hejmarê de bi zaravayê kirmanckî jî nivîsek heye. Wisif Zozanî der barê xebatên Albert von Le Coq de nivîsek amade kiriye. Seyidxan Kurij jî der barê lêkolînên Peter Lerch de gotarek nivîsandiye. Ji bilî van Şerîf Derînce îcar dest avêtiya mijara perwerdehî û zayendê. Zana Farqînî di vê hejmarê de dîsa mijara guherîna dengan hildaye dest, lê îcar li gorî diyardeyên denganiyê yên zimanzaniyê ew senifandine.  Umîd Demîrhan û Abdullah Haciyan der barê kurmanciya Xoresanê de nivîsek amade kiriye. Azad Makûyî di vê hejmara Zendê de mijara “ku” hildaye dest. Dilawer Zeraq bi nivîsa “Rêbera Rastnivîsîna Kurmancî” keda xwe tev li vê hejmarê kiriye. Di vê hejmarê de tekane nivîsa der barê dîrokê de nivîsa Îkram Îşler e. Ew jî xebateke dîroka devkî ye. Îşler di hejmara Zendê jî bi şahidê qirkirina Geliyê Zîlan re hevpeyvînek pêk aniye.
Malpera me ya nû: http://www.enstituyakurdistenbol.com/