Kurd perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin!

Li Tirkiyeyê saleke din a hîndekarî û perwerdehiyê dest pê kir. Lê belê zarokên kurd dîsa ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayika xwe bêpar mam. Li gelek bajaran malbatên kurd ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî di hefteya yekemîn a sala perwerdehiyê de zarokên xwe neşandin. Her wiha bi sed hezaran kesî jî ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê serî li gerînendetiyên perwerdehiyê da. Bi heman mebestê li gelek bajar meş û xwepêşandan li dar xistin.

Her kes pê dizane ku heta zimanek heta nebe zimanê perwerdehiyê, nikare derfetên xwe parastin û bipêşveçûnê bi dest bixe.Her wiha gelek jî bêyî ziman nikare hebûn û nasnameya xwe li hemberî êrîşên dagirkeran ên qirkirina spî biparêze.

Lewre jî kurd gavên mîna kursên zimên û waneyên vebijêrkî di cih de nabînin û dixwazin ku zarokên wan bi zimanê kurdî perwerde bibin.

Îro li ser rûyê cîhanê mafê perwerdehiya  bi zimanê dayikê wekî mafekî herî xwezayî û rewa tê dîtin, lê belê Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan hê jî dibêje, "Di bernameya me de perwerdehiya bi zimanê kurdî nîn e. Perwerdehî dê Tirkiyeyê parçe bike." Her wiha Cîgirê Serokwezîr Bulend Arinç bêyî ku ji xwe û ji dinyayê şerm bike dibêje, "Kesên ku perwerdehiya bi kurdî dixwazin bila biçin Bakurê Iraqê", ev şermeke mezin û êrîşek e tund li ser maf û hebûna kurdan. Êdî di sedsala 21'ê de gelê kurd vê zîhniyetê li ser xwe qebûl nake û perwerdehiya bi zimanê xwe jî nake mijara nîqaş û gotûbêjan.