Enstîtuya Kurdî rêveberiya xwe nû kir

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreyê de pergala hevserokatiyê hat pejirandin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 4'emîn Kongreya Asayî a  li avahiya xwe bi beşdariya delege û mêvanan li dar xist. Li ser navê komîsyona amadekar Yusuf Bekçî axaftina destpêkê kir û qala girîngiya enstîtuyê kir. Di kongreya ku Şefik Beyaz, Mulazim Ozcan û Ayşe Noyan ji bo dîwanê hatin hilbijartin de, Serokê Enstîtuya Kurdî Zana Farqînî qala du salên borî kir. Farqînî got ku wan tiştên dane ber xwe ji sedî 50-60  anîne cih û diyar kir ku ligel hin çalakiyên ji rêzê 68 çalakiyên muhîm li dar xistine.

Rêveberiya Enstîtuyê di vê serdemê de di Sedsaliya Rojî Kurd de Rojî Kurd bi tîpên latînî çap kir, pirtûka perwerdehiyê Hînker Asta Yekem ji nû ve amade kir, ferhengên navincî û ferhengên mezin careke din çap kirin, 4 hejmar Zend derxistin û pirtûka Kerem Soylu ya li ser belgeyên di Arşîva Osmanî de Dêrsim, di dozên KCK'ê de parêznameyên parêzer, rojnameger û siyasetmedaran wergerandin kurdî, konferansa li ser kirmanckî çêkirin, qursên ku navê "Xebatên Atolyeya Zimanê Kurdî" lê kirine li dar xistine û di vê demê de  zêdetirî 1500 kesî beşdarî van qursan bûne.

Piştî axaftinan ji bo rêveberî bi lîsteyekê derbasî hilbijartinê bûn. Di encamê de Sami Tan û Gulseren Yilmaz ji bo Hevserokatî, Ali Arslan, İhsan Akyuz, Muzaffer Avşar, Haci Sayin û Gulşen Erdogan ji bo rêveberiYê hatin hilbijartin. Tahir Baykuş, Aysel Çetin, Ayhan Dinç, Ulaş Avşar, Yusuf Bekçi, Kader Yalçin, Semra Ecer ji bo rêveberiya berdest; Edîp Korkmaz, Ronahi Onen, Sabri Teker ji bo Lijneya Raçavkirinê hatin hilbijartin.


Piştî hilbijartinê Hevserok Sami Tan û Gulseren Yilmaz sipasiyên xwe pêşkêşî endamên Enstîtuyê kirin. Tan got ku berê navenda rewşenbîrî li Stenbolê bû, lê ji sala 2000'î bi vir de êdî  Amed bûye navenda sereke û   gelek saziyan navenda xwe biriye Amedê.  Tan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her çend Amed navenda sereke be jî, Stenbol jî dê her tim navendeke girîng a rewşenbîriya kurdan be.  Îro çar milyon kurd li vir dijîn, divê saziyên kurdan ji bo  xizmeta wan xebatên xwe bidomînin, nehêlin ku nasnameya kurdan li vir were pişaftin. Her wiha êdî qada akademîk ji kurdan û kurdî re vedibin, saziyên nû yên kurdan li Stenbolê ava dibin. Em bi vê yekê kêfxweş in, em dixwazin hemû saziyên rewşenbîrî yên kurd  hevkariyê bikin û akademîsyenên kurd jî berê xwe bidin van saziyan. Ji bo vê yekê çi dest me were em ê bikin. Em bang li akademîsyenan jî dikin ku ev der mala wan e, werin di nav xebatan de cih bigirin."  Hevseroka Enstîtuya Kurdî Gülseren Yılmaz jî spasiya delegeyan kir û xwest ku hemû kesên di warê kurdî de xebatê dikin, piştgiriyê bidin xebatên Enstîtuya Kurdî.

Çavkanî: Diyarname

Comments

  1. Anonymous10/2/14 00:01

    Hûn jî derbasî sîstema hevserokiyê bûn :)
    Ez bawer dikim siberojê dê ji mêran re bibêjin "hewserok" ango "mêr hew dibin serok" :)

    ReplyDelete

Post a Comment