Li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kursa soranî

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo fêrbûna zaravayê soranî dê kursê vebike.  Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di sala 1992’yan de hatiye avakirin û di qada zimanê kurdî û zaravayên wê de gelek xebat kirine û pirtûk weşandine. Enstîtuya Kurdî niha jî ji bo kesên ku dixwazin zaravayê soranî hîn bibin dê kursê veke. Kursa ku bi tenê 30 kesê bikaribin beşdar bibin dê li navenda Enstîtuyê bê vekirin. Kesên ku dixwazin soranî fêr bibin, divê serî li navenda Enstîtuyê bidin û navê xwe bidin tomarkirin. Buhayê vê kursa ku dê sê mehan bidome jî 100 lîre ye.


Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan hilda kurs dê li Stenbolê li navenda Enstîtuyê bê dayîn. Tan ji bo kesên ku dixwazin beşdarî vê kursê bibin jî da zanîn ku divê bi zaravayekî kurdî (kurmancî/kirmanckî) wekî zimanê nivîskî bizanibin û Tan ji bo armanca vekirina kursê jî wiha got: "Kesekî ku zaravayekî kurdî yanî kurmancî û yan jî kirmanckî bizanibe dikare zaravayên kurdî yên din jî hîn bibe. rêzimana zaravayên kurdî ji gelek aliyan ve hevpar e û ku yek zaravayekî baş bizanibe, wê hingê hînbûna zaravaya din ji bo wî hêsan e. Em bi vê xebata xwe dixwazin ku sînorên di navbera çand, ziman û derûniya kurdî de ji holê rakin." Tan destnîşan kir ku kurs dê bi kurdî bê dayîn.

Li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo fêrbûna zaravayên kurmancî û kirmanckî ji berê ve kurs tên vekirin û niha jî ji bo soranî kurs dê bê vekirin.
Çavkanî: AA (Abdullah Tel- beşa kurdî)

Comments

  1. Dem xweş. Bi rastî kiryarek zor balkêş e. Pêdivî bi vê tiştê heye. Hêvî dikim ku dema serlêdanê ne borî be.

    ReplyDelete

Post a Comment