Di Belgeyên Osmanî de Dêrsim û Derdora Wê

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê digel pirtûkên der barê ziman û wêjeya kurdî, berhemên der barê dîroka kurdî de jî diweşîne di warê lêkolînî de pirtûkeke din bi navê “Osmanlı Belgelerinde Dersim ve Civarı (Di Belgeyên Osmanî de Dêrsim û Derdora Wê)” li kelepora kurdan zêde kir.
Ev pirtûka navborî ya ku ji hêla Kerem Soylu ve hatiye deşîfrekirin û sadekirin ji nav Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derket.  Di pirtûkê de bi belgeyên Osmanî rewşa siyasî û bûyerên di navbera salên 1726-1880’yî li ber çavan tên radixe. Di vê xebatê de 48 belgeyên der barê Dêrsim û derdora wê de bi tîpên latînî û tirkiya îro hatine pêşkêşkirin. 

Bi van belgeyan helwesta û nêrîna rayedarên dewleta Osmanî ya li kurdên li Dêrsimê û li derdora wê bi awayekî zelal diyar dibe. Hema bêje di teveka belgeyan de navê kurd (ekrad) bi wateyeke neyînî, bi gotinên mîna “ekrad-ı bednihad”, “ekrad-ı bedayin” derbas dibe. Her wiha digel qewmê wan, bîr û baweriya wan qizilbaşî jî bi zimanekî kirêt tê pênasekirin. Ev yek jî nîşan dide ku helwesta rayedarên tirkan li hemberî kurdên Dêrsimê ji mêj ve neyînî bûye.

Ev xebat ji bo kesên ku dixwazin der barê vê mijarê de lêkolînê bikin xebateke giranbiha ye. Her wiha kesên ku dixwazin jêderka helwesta niha ya rayedarên Tirkiyeyê fehm bikin, divê teqez vê berhemê bixwînin.



Malpera me ya nû: http://www.enstituyakurdistenbol.com/

Comments