Saziyên sivîl û demokratîk ên li Stenbolê di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan çalakiyekê li dar dixin. Ev çalakî dê êvara
21'ê reşemiyê, saet di 19:30'î de li ber Lîseya Galatasarayê pêk were. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî dê di nav beşdarên vê çalakiyê de cihê xwe bigire û digel saziyên din ji bo azadiya zimanê dayikê û ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê dengê xwe bilind bike. Em hemû endamên Enstîtuya Kurdî û dilxwaz û têkoşerên zimanê kurdî vedixwînin vê çalakiyê.
Em wekî Enstîtuya Kurdî dibêjin, zimanê me hebûna me ye, bê ziman jiyan nabe! Roja Zimanê Dayikê li hemû mirovên azadîxwaz û têkoşerên zimanê kurdî pîroz û bimbarek be!
Malpera me ya nû: http://www.enstituyakurdistenbol.com/
Comments
Post a Comment