Hînker Asta Yekem derket!

Pirtûka fêrkirina kurmancî Hînker Asta Yekem a ku ev demek bû çapa wê qediyabû û li piyasayê peyda nedibû, ji nav Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derket. Kesên ku dixwazin wê pirtûkê di dersên xwe de bi kar bînin, dikarin pirtûkê ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bixwazin.

Ev pirtûk ji sê astan pêk tê û di nav pirtûkên ku kurdî fêr dikin yek ji pirtûkên herî karîger e. Ev pirtûk bi rêbaza ragihandinî kurmancî fêrî mirovan dike. Mijarên rêzimanî peyv û qalibên zimanê kurdî bi alîkariya teksên hêsan tên fêrkirin.  Pirtûk niha di hemû atolyeyên zimên ên Kurdî-der û Enstîtuya Kurdî de tê bikaranîn.


Malpera me ya nû: http://www.enstituyakurdistenbol.com/

Comments

  1. Anonymous9/2/14 23:17

    Ev demek dîrêj e em li hêviyê bûn. Mixabin dereng derket lê mizgîniyek baş e. Ser xêrê be.

    ReplyDelete
  2. Ji bo perwerdehiya zimanê kurdî Hînker pirtûkek pir giring e. Ser xêrê be.

    ReplyDelete
  3. Anonymous9/2/14 23:23

    Uzun zamandır bekliyorum. Acaba nerede edinebilirim?

    ReplyDelete
    Replies
    1. Merhaba. Hînkerî İstanbul Kürt Enstitüsünde ve Kürtçe kitap satan yayınevlerinde bulabilirisiniz.

      Delete

Post a Comment