Li Enstîtuya Kurdî waneyên soranî dest pê kir

Berî demekê me diyar kiribû ku ji niha pê ve digel waneyên bi zaravayê kurmancî û kirmanckî, em ê li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê zaravayê kurmanciya jêrîn (soranî) jî fêr bikin. Ji wê rojê heta niha gelek kesan navê xwe ji bo fêrbûna kurmanciya jêrîn tomar kir û roja 15’ê reşemiyê waneyên fêrkirina zaravayê kurmanciya jêrîn anku soranî dest pê kir. Her çiqas me gotibû, em ê bi tenê karibin 30 ji bo vê kursê bipejirînin jî, nêzî çil kesî navê xwe da tomarkirin. Kursê bi hejmareke zêde dest pê kir.


Xuya ye ku gelê kurd êdî sînorên ku hêzên dagirker li ser welatê wan kêşane nas nake, bi taybetî xwende û rewşenbîrên kurd dixwazin hemû zaravayên zimanê xwe fêr bibin. Jixwe armanca Enstîtuya Kurdî jî şikandin û dabezandina van sînorên çêkirî ye. Em wekî rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji beşdarê vê kursê re dibêjin hûn bi xêr hatin û ji mamosteyê kursê Memê Mala Hene re jî spasiyên xwe pêşkêş dikin.


Malpera me ya nû: http://www.enstituyakurdistenbol.com/

Comments

  1. Kesê ku soranî nizane nikare îstîfadê ji wêje û zimanê kurdî bi temamî wergire, ango seqet e. Lewre fêrbûna soranî pir girîng e.

    ReplyDelete

Post a Comment