Paketa AKP’ê gaveke beravêtî ye



Paketa demokratîkbûnê ya AKP’ê piştî çend mehan li Meclisê hate pejirandin.  Di vê paketê de ligel hinek tiştên din der barê perwerdehiya bi zimanê dayikê de jî guhartinek heye.  Bi vê guhartinê li dibistanên taybet rê li ber perwerdehiya bi zimanê dayikê vedibe. Li gorî qanûna nû dê hinek mirov karibin bi pereyên xwe dibistanekê vekin û li wê dibistanê hinek waneyan “bi ziman û zaravayên ku hemwelatiyên Tirkiyeyê di jiyana xwe ya rojane de bi awayekî toreyî bi kar tînin” bidin.  Rêje û navê wan waneyan dê ji hêla Wezareta Perwerdehiyê ve bi qanûneke werin diyarkirin.  Naveroka vê qanûnê ji navê ku wan li zimanên gelan kiriye diyar e. Navê “Ziman û zaravayên ku hemwelatiyên Tirkiyeyê di jiyana xwe ya rojane de bi awayekî toreyî bi kar tînin” statûya wan zimanan jî diyar dike.

Li pey daxuyaniyên ku rayedarên dewletê di çapemeniyê de belav kirine, dê bi tenê hinek dersên jimarî û zanistên suriştî bi zimanê dayikê werin dayîn, dersên gotinkî yên mîna wêje, dîrok, ziman û erdnîgarî dê bi tirkî bin. Jixwe di vî warî de nimûne hene; dibistanên gelên ku  di Peymana Lozanê de wekî “kêmar” hatine pejirandin, bi salan e li dibistanê xwe yên arizî bi zimanê xwe perwerdehiyê didin. Lê belê li van dibistanan hemû dersên gotinkî li gorî bîrdoza dewletê bi tirkî têne dayîn.
Li van dibistanan digel midûrê/a ji “kêmar”an, alîkarê/a midûr ê/a “tirk” heye. Hemû dersên mîna dîrok û dîroka inqilabê û hwd. bi zimanê tirkî tên dayîn. Şagirtên van dibistanan bi tenê zimanê xwe hîn dibin û hinek dersên mîna fîzîk, kîmya, matematîkê bi zimanê xwe hîn dibin.
Ji aliyê aborî ve dewlet bi tu awayî piştevaniya van dibistanan nake. Rayedarên wan dibistanan mecbûr in, mamosteyên xwe bi xwe peyda bikin, lê cihekî ku karibin perwerkarên xwe lê perwerde bikin jî nîn e. Materyalên wan ên perwerdehiyê piştî lêhûrbûn û lênêrînên kûr û dûr tên pejirandin, carinan sal di ser re derbas dibin, lê destûra pirtûkekê nayê dayîn.
Heman hiş û hişmendî di vê qanûna nû de jî xwe nîşan dide. Li gorî daxuyaniya rayedaran gelên din jî dê karibin bi tenê hinek dersên zanistên suriştî bi zimanê xwe fêr bibin. Du armancên vê yekê hene; armanca yekemîn bi perwerdehiyê serdestkirina îdeolojiya dewletê ye. Dewlet naxwaze kes ji bin nîrê wê derkeve. Jixwe armanca perwerdehiyê ji bo serdestan her tim bûye kedîkirina hemwelatiyan.
Sedemeke din jî bêwatekirinê vê gavê ye. Li gorî baweriya rayedarên dewletê ji bilî tirkî tu zimanên din bi kêrî fêrkirina dersên zanistên suriştî nayên. Bi kurtasî ew dibêjin, “Erê hûn dikarin bi kurdî dersên wêje û dîrokê bidin, lê hûn nikarin bi kurdî dersên fîzîk, kîmya, matematîk, biyolojî û hwd. bidin, lewre jî em destûrê nadin ku hûn karê hêsan bikin, divê hûn bi karê dijwar dest pê bikin. Helbet gelên ku bi van zimanan dipeyivin dikarin piştî heyamekê zimanê xwe di vî warî de xurt bikin, têgihên pêwîst biafirînin. Lê belê ji bo vê yekê dem divê û ev yek dê dilsariyê di nav malbatên ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin de pêk bîne. Bi vî awayî ew dixwazin rê li ber têkoşîna perwerdehiya bi zimanê dayikê bigirin.
Bi vê helwestê jî diyar dibe ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û têkoşîna ji bo statûyê ji hev nayên qutkirin. Heta ku rêveberiyeke xwecihî tune be û pergaleke perwerdehiyê ya bi naveroka xwe demokratîk û azadîxwaz li gorî gelên xwecihî neyê avakirin, mamoste û materyalên li gorî perwerdehiyê neyên gihandin, ew perwerdehî bi kêrî tiştekî nayê.
Her wiha divê digel statûya gel, statûya ziman jî hebe. Ew ziman di hemû qadên jiyanê de werin bikaranîn, ew zimanên ku bi darê zorê li ber çavên mirovan hatine reşkirin û bêkêrkirin divê, bi polîtîkayên taybet li ber dilê mirovan werin şîrînkirin û cih û warê wan di jiyana mirovan de bi rengekî nû were pênasekirin. Dewlet û rayedarên dewletê bi vê zîhniyeta xwe tu caran vê yekê nakin, ew ê her tim hewl bidin ku bi gavên beravêtî rê li ber têkoşîna gel bigirin û nehêlin ku gel bigihêjin miraz û meqseda xwe, bi çand û zimanê xwe şad û bextewar bijîn. Lewre jî divê gel vê yekê bi destên xwe pêk bînin.


Comments