Girtîgeh û xebatên bi zimanê kurdî

Girtîgeh ji bo serdest û dagirkeran cihê çewsandin û tewandina serê mirovên azadîxwaz e. Lê belê ji bo mirovên azadîxwaz ne tenê cihê liberxwedanê, her wiha cihê xwe gihandin û perwerdekirinê ye jî. Nameyên ku ji girtîgehan tên nîşan didin ku girtiyên ji doza azadiyê gelê kurd, girtîgehan di warê zimanê dayikê de jî wekî dibistanekê bi kar tînin. Pirsên ku di riya wan nameyan re têne pirsîn nîşan didin ku xebat gihaştiye astekê baş. Her wekî min gotî, ji girtîgehan  ji me re gelek name tên ku tê de pirsên der barê ziman û rêzimana kurdî de hene. Heta ji me tê em bersiva van nameyan û pê re jî bersiva pirsan didin. Dema ku mirov bala xwe didê, mirov dibîne ku gelek pirsên der barê rêzimanê de hevpar in. Mijara ku herî zêde tê pirsîn ji mijara ergatîvî û tewangê ye. Min divê di vê nivîsê de bi awayekî gelemperî der barê van her du mijaran de çend tiştan bibêjim.

Pêşî em bi mijara ergatîviyê dest pê bikin. Rêzika ergatîviyê rêzikeke navneteweyî ye, di hin zimanên cîhanê de heye, lê di gelekan de jî nîn e. Di nav zimanên îranî de jî di zimanê belûçî û kurdî de maye. Di farisî de bi temamî ji holê rabûye, êdî zimanê farisî bûye zimanekî akûzatîv (lêker her tim li gorî kirdeyê tên kişandin).  Di zimanê kurdî de jî di zaravayê soranî de her çiqas hinek şopên wê hebin jî êdî ergatîvî nemaye. Armanca ergatîviyê ji hev cudakirina “kirde” û “bireser”ê ye. Kurdî bi tenê di demên borî de ergatîv e, lewre bi tenê di demên borî de lêkera gerguhêz dikeve bin desthilatiya bireserê. Di kurmancî de lêker her tim li gorî hêmana xwerû tê kişandin, ji ber vê yekê di mijara ergatîviyê de jî tewang pir girîng e.  Di kurmancî de kirde û bireser bi riya tewangê ji hev têne veqetandin, lewre jî dema yek tewandî be divê ya din xwerû be.
Lê heke lêker bi alîkariya daçekê bireserê bigire hingê ew dibe biresere nerasterast anku têrker, wê demê her du hêman jî tewandî dibin. Her wekî “Min li wî nihêrî.” Di hinek devokên kurmancî de ev pergala ergatîvî ji binî ve guheriye, li şûna wê pergaleke din bi cih bûye. Ji vê pergalê re “pergala cot-tewangî” tê gotin. Di vê pergalê de kirde û bireser li gorî cihê xwe yê di nav hevokê de ji hev cuda dibin. Li gorî vê pergalê kirde di sêrî de cih digire, bireser piştî wê tê. Di vê pergalê de lêker qertafên kesandin û mêjerê nagire.
Mînak: Min wî dît. (Min ew dît.)
            Wî min dît. (Wî ez dîtim.)
Ev pergaleke awarte ye, ne ergatîv e, ne jî akûzatîf e, lewre lêker ne li gorî kirdeyê, ne jî li gorî bireserê tên kişandin. Heke akûzatîf bûya, diviya “Ez wî  dîtim/ Ew min dît” bihata gotin. Di farisî de bi vî rengî “Men o ra dîdem. (Ez ew dîtim.)” û “O mera dîd. (Ew ez dît.)
Ev rêzika ergatîviyê bi gelemperî wekî taybetiyeke girîng a zimanê kurdî tê pejirandin. Lewre jî di zimanê nivîskî de divê em ne li gorî devokan, li gorî rêzikên rêzimanî binivîsin. Ergatîvî di kurmancî de bi tenê di kesê/a sêyemîn a pirjimar (wan) de têk diçe. Hema bêje, di hemû devokên kurmancî de, bi taybetî jî gava ku cînavk ne diyar be, pirjimariya kirdeyê bi riya lêkerê tê destnîşankirin.  Lewre jî mirov dikare vê rewşê wekî rewşeke awarte bi nav bike. Lê dîsa jî heta ku derfet be, di zimanê nivîskî de divê rêzika ergatîviyê di vê rewşê de jî were pêkanîn.
Her wekî me li jor jî da xuyakirin, hinek lêker bireserê bi alîkariya daçekê digirin, biresera ku daçek tê berê jî, dikeve rewşa tewandî, hingê lêker ne li gorî bireserê, ne jî li gorî kirdeyê tê kişandin. Wê demê lêker beşa nelêkerî (navdêr, rengdêr, cînavk) a wê lêkera hevedudanî dixe şûna bireserê.
Mînak:
Me li televîzyonê temaşe kir.
Wan li dengbêjan guhdarî kir.
Li vir peyvên “televîzyon” û “dengbêj” dikevin rewşa têrkerê, li şûna wê peyvên “temaşe” û “guhdarî” ku beşek ji lêkerê de cihê bireserê digirin. Hin lêker ji van li şûna daçekê veqetandeka berpêbûnê (yönelme tamlama takısı) digirin. Lêkera “qalkirin” lêkereke bi vî rengî ye.
Min ji we re qala malbata xwe kir.
Li vir dema ku em pirsa “çi” arasteyî “kirin”ê dikin, beşa lêkerê “qal” wekî bireser derdikeve pêşberî me. Di rastiya xwe de divê “malbat” bireser be. Lê ew veqetandeka “-a” rewşa wê diguhêre, wê dike têrker.



Comments