Rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îsal
Perwerdekar û Lêkolîner Ronayî Onen şayanî Xelata Ziman a Feqî Huseyn
Sagniç dît. Ronayî Onen bi salan e hem
di bin banê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, hem jî li platformên cur bi cur xizmeta zimanê kurdî
dike. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê helwest û xebata wê ya di warê parastin û
pêşvebirina zimanê kurdî berz nirxand û ew şayanî vê xelatê dît.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dê îsal Xelata Ziman a
Feqî Huseyn Sagniç di salvegera damerizandina xwe de anku di 18’ê avrêla
2014’an de bi merasîmekê pêşkêş bike.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê her sal li ser navê
gorbihuşt Zimanzan Feqî Huseyn Sagniç vê xelatê dide kesên ku di warê zimanê
kurdî de xebat kirine. Heta niha van kesan xelat wergirtiye:
1- Zana Farqînî (2005)
2- Mihemed Malmîsanij (2006)
3- Abdullah Demîrbaş (2007)
4- Azadiya Welat (2008)
5- Ahmet Turk (2009)
6- Kawa Nemir (2010)
7- Li ser navê girtiyên ji doza KCK’ê
Hatîp Dîcle (2011)
8- Mulazim Ozcan (2012)
9- SZK- Rojava (2013)
RÊVEBERIYA
ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ
Comments
Post a Comment