Hejmara nû ya kovara Zend derket. Di vê hejmarê de jî gelek nivîsên lêkolînî yê kurdî cih digirin. Di vê hejmarê de em du hejmarên Kurdistana 1908-1909 pêşkêşî lêkolîneran dikin. Ev her du hejmarên ku ji hêla Yener Koç ve hatibûn dîtin, ji hêla Yener Koç û Serhat Bozkurt ve hatin amadekirin. Ev rojname ji hêla Surreya Bedirxan ve hatiye derxistin û wekî berdewama yekemîn rojnameya kurdî Kurdistana 1898’an hatiye pênasekirin. Em nivîsa edîtor a vê hejmarê pêşkêşî we dikin.
Nivîsa
Edîtor
Nivîsa
Edîtor
Em bi hejmareke nû li pêşberî we ne. Di vê
hejmarê de jî dîsa gelek gotarên lêkolînî di warê ziman, wêje û dîrok û
ramangeriya kurdî de li benda we ne. Di vê dem û heyamê de gelê kurd ji her
demê zêdetir nêzî serkeftin û azadiya xwe bûye. Lewma jî rewşa gelê kurd ji
aliyê siyasî, çandî, civakî û aborî û hwd. tê nîqaşkirin. Geşbûna nîqaşeke bi vî
rengî pêdiviya bi xebatên akademîk û lêkolînî zêdetir dike. Ji ber ku mirov
dixwazin bi awayekî zanistî rewşê fehm bikin. Ev yek jî girîngiya kovarên bi vî
rengî û berpirsiya lêkolînerên kurd zêdetir dike. Em jî bi vê bîr û baweriyê
tevdigerin û dixwazin kovareke hêjayî vê qonaxê pêşkêşî we bikin.
Di vê hejmarê de em du hejmarên
Kurdistana 1908-1909 pêşkêşî lêkolîneran dikin. Ev her du hejmarên ku ji hêla
Yener Koç ve hatibûn dîtin, ji hêla Yener Koç û Serhat Bozkurt ve hatin
amadekirin. Ev rojname ji hêla Surreya Bedirxan ve hatiye derxistin û wekî
berdewama yekemîn rojnameya kurdî Kurdistana 1898’an hatiye pênasekirin.
Ji bilî vê nivîsê, Îbrahîm Seydo
Aydogan îcar li ser “Lehengên jin di wêjeya kurdî û romanên mêran de” dinivîse.
Aydogan bi hûrbînî bala me dikêşe ser lehengên jin ên ku bi destên nivîskarên
mêr hatine sêwirandin û nivîsandin.
Umîd Demîrhan di vê hejmarê de li
gel Misefa Baqrî Aşina li ser zaravayê lekî û çand, erdnîgarî û taybetiyên
kurdên lek gotarek nivîsaniye. Hûn ê di vê nivîsê de hem taybetiyên lekî hîn
bibin, hem jî kurdên lek binasin.
Di vê hejmarê de Netîce Altun bi
zaravayê kirmanckî li ser polîtîkayên pirzimanî û nimûneyên ji Ewropayê
rawestiyaye. Nivîsek ji hêla akademîsyeke jin a kurd ve bi zaravayê kirmanckî
hatiye nivîsandin, di kovara Zendê de tê weşandin.
Di vê hejmarê de jî Şemoyê Memê dîsa
dest avêtiye mijareke balkêş e. Di hejmara berî vê de Şemoyê Memê gotareke bi
sernavê “Di Zargotina Kurdî de Hesp” nivîsandibû, di vê hejmarê îcar “Di bawerî
û zargotina kurdî de heft” hildaye dest.
Mijara gotarên Samî Tan û Zana
Farqînî Ehmedê Xanî ye. Farqînî bi sernavê “Weke çavkaniyeke zimanê kurdî
Ehmedê Xanî”gotarek nivîsandiye. Samî Tan jî bala me dikêşe aliyê netewesaziyê yê Ehmedê
Xanî. Sernavê gotara wî jî “Di avakirina nasnameya neteweyî de Ehmedê Xanî” ye.
Kovara Rojî Kurd di vê hejmarê de jî
bûye mijara lêkolîn û lêhûrbûnê. Hekîm Kartal tîşkê dixe ser aliyekî din ê vê
kovara dîrokî. Mijara jî “Di Rojî Kurd de perwerde û pêşketin” e.
Muradê Celalî ku di hejmara berê de
der barê kovar Tîrêj de gotarek nivîsandibû, di vê hejmarê de Dîwana Kurmancî
ya Ebdurreqîb Yûsiv dinirxîne.
Em hêvî dikin ku me hejmareke li
gorî dilê we amade kiribe. Em bang li lêkolînerên kurd dikin, zêdetir bala xwe
bidin ziman, dîrok û wêjeya kurdî û xebatên xwe yên lêkolînî bi kurdî binivîsin
û bi gotarên xwe piştevaniya me bikin.
Heta hejmareke din bimînin di nav
xêr û xweşiyê de.
Li ser navê desteya weşanê
Samî TAN
Comments
Post a Comment