Kovara fêrkirina kurdî: Fêrname

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo mamoste û şagirtên xwe kovareke  bi navê "Fêrname" derxistin. Di vê kovarê de digel berhem û nivîsên şagirt û mamosteyan, nivîsên der barê çand û hunera kurdî jî cih digirin. Her wiha di kovarê de di gel hîndariyên fêrkirina kurdî, der barê rê û rêbazên fêrkirinê jî nivîs cih digire. Kesên ku nû hînî kurdî dibin dikarin bi alîkariya vê kovarê xwendina xwe bi pêş bixin û çand û wêjeya kurdî nas bikin.
Mijarên mîna remildank û xaçepirs jî di kovara Fêrname de cih digirin. Nivîsên bi her sê zaravayên kurdî (kirmanckî, kurmanciya jorîn û kurmanciya jêrîn) di kovarê hene. Mamoste û şagirtên kurdî dikarin ji vê kovarê sûdê wergirin, her wiha dikarin bi nivîsên xwe jî piştevaniya kovarê bikin. Ev kovar dê li gorî serdemên perwerdehiyê salê du caran  were weşandin.
Em nivîsa edîtor ya vê kovarê pêşkêşî xwendevanên malpera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dikin.
***
Edîtor
Ev dem û hemû demên we xweş bin mamoste û şagirtên zimanê kurdî. Em vê kovarokê pêşkêşî we dikin. Bi hêviya ku ji we re bibe alîkar û karê we hêsan bike. Ev xebat ji bo me jî xabeteke nû ye, lewre dibe ku di destpêkê de hinek zehmetî bê kişandin. Lê dîsa dê tecrûbe û asta xebatên me yên hîndekariyê berhemeke wiha li ser me ferz dike.
Enstîtuya Kurdî bi salan e, zimanê kurdî hînî mirovan dike. Hê di salên 1990’î de li NÇM’ê Apê Feqî dest bi hînkirina kurdî kiribû, piştre jî vê xebatê berdewam kir. Îroke her sal, nêzî hezar kesî beşdarî atolyeyên zimên ên Enstîtuya Kurdî dibin û di astên cuda de hînî zimanê kurdî dibin.
Her wekî me li jor jî diyar kir, berhemên wiha  ji bo pêşketina xebatên perwerdehî û hîndekariya kurdî ferz in. Bi vê bîr û baweriyê me wekî Koma Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Enstîtuya Kurdî ev kovarok amade kir. Em ji niha pê ve jî li gorî serdemên hîndekariyê bi kêmanî salê du heban ji vê kovarokê ji bo şagirt û mamosteyên xwe amade bikin.
Ji bo ku ev xebat geş bibe, beşdariya mamoste û şagirtên zimanê kurdî pir girîng e. Divê mamosteyên me çavdêrî û tecrûbeyên xwe bi me re parve bikin. Bi nivîs û nirxandinên xwe kovarokê dewlementir bikin. Her wiha divê şagirtên zimanê kurdî jî li vê kovarokê xwedî derkevin, wê bixwînin û tê de binivîsin.
Heta hejmareke din bimînin di nav xêr û xweşiyê de

Li ser navê Desteya Weşanê
Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Samî Tan

Comments