Sempozyûma Navneteweyî ya Zimanê Dayikê

Rojên 12 û 13’ê avrêlê li Amedê Sempozyûma Zimanê Dayikê ji hêla Kurd-dera Enqereyê ve bi fînansa Yekîtiya Ewropayê û piştevaniya SAMER’ê hate lidarxistin.  Di sempozyûmê de mijara zimanê dayikê ji gelek aliyan ve hate nirxandin.  Di sempozyûmê de çar danişîn pêk hatin, di her danişînê de çar gotar hatin pêşkêşkirin.  

Di danişîna yekem de ji aliyê teorîk ve mijar hate nîqaşkirin.  Wate û girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji hêla kesên mîna Prof. Dr. Fatma Gök, Prof. Dr. Nüket Şirman, Dr. Müge Ayan Ceyhan  ve  di bin sernavên mîna perwerdehiya bi zimanê dayikê û wekhevî, zimanê dayikê û jin de hatin pêşkêşkirin.
Di danişîna duyemîn de mijar ji aliyê dîrokî ve hate nîqaşkirin.  Di vê danişînê de digel tecrûbeya perwerdehiyê ya li  medreseyên li Kurdistanê, tecrûbeya gelê suryanî jî hate vegotin.  Di danîşîna sêyem de îcar rewşa perwerdehiyê li her çar parçeyên Kurdistanê li ber çavan hate raxistin.  Ev danişîn bi hêsankariya Ronayî Onen  pêk hat. Di vê danişînê nûnerê SZK ya Kantona Cizîrê Ciwan Dêrîkî qala rewş û tecrûbeya Rojavayê Kurdistanê kir. Dr. Alan Cemîl Îbrahîm qala rewşa perwerdehiya kurdî ya li Başûrê Kurdistanê kir. Di vê danişînê de li ser rewşa bakurê Kurdistanê du kesan xeber da; Samî Tan der barê têkoşîna TZPKurdî de û Prof. Dr. Kadrî Yildirim der barê tecrûbeya  Zanîngeha Artûklû û dersên vebijêrkî de xeber da.

  Danişîna dawîn li ser tecrûbeya gelên bindest ên cîhanê bû. Di vê danişînê de nûnera gelê Samî bi stranên xwe bal kişand, her wiha tecrûbeya gelê baskî ji hêla Paul Bilbao ve û rewş û tecrûbeya gelê galî jî ji hêla Şerîf Derînce ve hate pêşkêşkirin. Mamoste Haydar Diljen jî piştî hinek çavdêriyên xwe yên der barê rewşa kurdan de qala rewşa li Swedê kir. 

Comments