Cejna Zimanê Kurdî

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dê bi şahiyekê 15'ê gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz bike. Dê pîrozbahî roja 15'ê gulanê saet 18:30'î de li Kadınlara Pazarı pêk were. Hemû hezkiriyên zimanê kurdî dikarin beşdarî vê şahiyê bibin. Bi taybetî banga ji ji hemû hezkiriyên zimanê kurdî re heye da ku tevî zarokên xwe werin. Lewre kurdî li ser zar û zimanê zarok û ciwanan xweşir e.

Comments