Endam û rêveberên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 15'ê gulanê cejna zimanê kurdî bi daxuyaniyeke girseyî pîroz kir. Çalakiya Enstîtuya Kurdî roja 15'ê gulanê saet di 18:30'î de li qada Kadınlar Pazarı, li ber Komeleya Eruhiyan pêk hat. Ji bilî endam, mamoste û şagirtên Enstîtuya Kurdî nûnerên gelek saziyan jî beşdarî çalakiyê bûn. Daxuyaniya nivîskî ji hêla Hevseroka Enstîtuya Kurdî Gulseren Yilmaz ve hate xwendin.
Li ser navê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Nizamettîn Ozturk axaftinek der barê wateya rojê û girîngiya zimanê kurdî de kir. Her wiha têkoşerê zimanê kurdî Hidir Ercan ku zarokên xwe naşîne dibistanên Tirkiyeyê jî der barê rewşa xwe û wateya çalakiya xwe de axivî. Ercan diyar kir ku ew wekî helwesteke sivîl û demokratîk vê çalakiyê pêk tîne û heta ku mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî pêk neyê ew ê zarokên xwe neşîne dibistanên Tirkiyeyê. Çalakî piştî van axfatinan bi çepik û dirûşman bi dawî bû.
Comments
Post a Comment