
Di ser pêkhatina kongreya me re şeş
meh derbas dibin. Di van şeş mehan de me
çi xebat kir, em dixwazin hinekî qala xebatên xwe bikin. Di nivîsa xwe ya pêşî de me qala kar û xebatên ku em dixwazin bikin kiribû. Ji van kar û xebatan me hinek pêk anîne, hinek jî hê pêk nehatine. Bo nimûne me ji bo fêrkirina zaravayê soranî kursek vekir û bi dawî kir. Her wiha ji bo şagirt û mamosteyên xwe kovarek bi navê Fêrname derxist. Hinek karên mîna vekirina kursa fêrkirina tîpên erebî, xebata sosyo-lînguîstîk ji bo zimanê kurdî û pêkanîna panel û gotûbêjan jî me hê pêk neanîne. Piştî vê destpêka kurt em der barê kar û barên ku me kirine de hinek agahiyan bidin xwînerên malpera Enstîtuya Kurdî.
Serê pêşîn me 21’ê reşemiyê Roja Zimanê Dayikê
ya Cîhanê de çalakiyek li dar xist. Di heman demê de Hevserokê Enstîtuya Kurdî
ya Stenbolê Samî Tan beşdarî sempozyûma navneteweyî ya ziman û perwerdehiyê bû.
Li wê derê me gotarek der barê “Têkoşîna Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî”
de pêşkêş kir. Me hejmara nû kovara Zend derxist.
Îsal Kurdî-dera Tetwanê ji bo bîranîna Feqî
Huseyn Sagniç panelek li dar xist, du hevalên me (Samî Tan û Mulazim
Ozcan) wekî panelîst beşdarî vê panelê
bûn. Tora Perwerdehiya bi Zimanê Dayikê komxebatek pêk anî. Em jî wekî yek pêkhênerên
vê torê beşdarî komxebatê bûn û me der barê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya
bi zimanê kurdî de gotarek pêşkêş kir.
Em bi pankarta xwe bi awayekî
girseyî beşdarî pîrozbahiya cejna Newrozê bûn û me bi stran û dirûşman daxwazên
xwe ragihandin raya giştî. Di salvegera damezirandina Enstîtuya Kurdî de bi
merasimekê Xelata Ziman a Feqî Huseyn da mamoste Ronayî Onen û her wiha me
sertîfîka da 25 mamosteyên xwe. Me ji bo şagirt û mamosteyên xwe kovara bi navê
Fêrname amade kir û çap kir. Wekî din jî
me her sê astên Hînkerê û ferhenga navincî ya Kurdî-Tirkî û Tirkî-Kurdî dan
çapkirin.
Di cejna zimanê kurdî me li Bazara
Jinan bi beşdariya endamên xwe û piştgiriya saziyên kurd daxuyaniyeke girseyî
da çapemeniyê. Hevserokê me Samî Tan beşdarî panel û gotûbêjên li Semsûr,
Silopî û Cizîrê bû.
Me serdema biharê ya hîndekariya
ziman bi awayekî serkeftî bi dawî kir. Zêdetirî 500 kesî beşdarî kursên me bûn,
ji wan 432 kes ji bo hînbûna kurmancî, 22 ji bo hînbûna kirmanckî û 35 kes jî
ji bo fêrbûna soranî beşdarî kursên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bûn. Ji bilî
van kursên ku li cihê Enstîtuya Kurdî hatine vekirin, li derveyî Enstîtuyê jî
gelek kurs hatine vekirin û nêzî sed kesî jî beşdarî van kursan bûne.
Comments
Post a Comment