Xanî û Memzayên wî derket!

Pirtûka H. Mem a bi navê "Xani ve Memzaları" ji hêla zimanzan Zana Farqînî ve li kurdiya kurmancî hate wergerandin û ji nav Weşanên Enstîtuya Kurdî derket. Lêkolîner H. Mem ku bi xebatên xwe yên der barê Ehmedê Xanî de tê nasîn, bi vê xebata roniyê dixe ser hinek aliyên nepenî yên Ehmedê Xanî. Heta gelek pirtûkên wî der barê bîr û ramanên Ehmedê Xanî de hatine weşandin. Ew bi vê pirtûka xwe balê dikêşe ser hinek aliyên nepenî yên Xanî û bandora raman û felseleya Xanî ya li ser nifşên nû.  Kesên ku dixwazin çavekî kurdewarî, bi projeksiyoneke neteweyî li felsefeya Xanî binêrin, divê berhemên birêz H. Mem bixwînin.  


Malpera me ya nû: http://www.enstituyakurdistenbol.com/

Comments