Çapa nû ya Gotinên Pêşiyan derket!

Ferhenga Gotinên Pêşiyan a ku ji hêla Mehmet Oncu ve hatibû amadekirin ji hêla Enstîtuya Kurdî kurdî ji nû ve hate çapkirin. Ev ferhenga ku tê de 6 hezar gotinên pêşiyan ên kurdan cih digirin, ev demek bû çapa wê qediyabû. Çapa duyemîn a vê ferhengê di nav Weşanên Enstîtuya Kurdî derket.
Ferhenga Gotinên Pêşiyan, encama xebata Mehmet Oncu ya bi salan e. Nivîskarê berhemê Mehmet Oncu li gelek deverên Kurdistanê geriyaye û ev gotin ji zarê kal û pîrên kurdan berhev kirine. Zanyar dibêjin ku ji bo zanîna zimanekî zanîna peyvan têra nake divê mirov biwêj, şayes û gotinên pêşiyan ên wî zimanî jî bizane.


Kesên ku dixwazin dikarin vê pirtûkê ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bixwazin.

Comments