Êdî gotin pera nakin,dem dema gavên pratîk e

Hikumeta nû ya AKP’ê di bin serokatiya Ahmet Davutoglu de ava bû.  Davutoglu di axaftina xwe ya Yekemîn Kongreya Awarte ya AKP’ê biryardariya xwe ya der barê pêvajoya çareseriyê de diyar kir. Lê belê kêşeyên sereke ku li ber çareseriyê dibin kelem û asteng hê jî li holê ne.  Bo nimûne, girtiyên nexweş ên ku gelekên wan li ber mirinê ne, hê jî nehatine berdan. Her wiha qedexeya li ser tîpên kurdî nehatiye rakirin û mamosteyên waneyên vebijêrkî yên kurdî nehatine tayînkirin.
Heke bi rastî hikumeta nû dixwaze pêvajoya çareseriyê lez bigire û pêşketin pêk were, divê serê pêşîn girtiyên nexweş werin berdan, hemû qedexeyên li ser ziman û alfabeya kurdî werin rakirin û wekî gava pêşîn mamosteyên zimanê kurdî werin tayînkirin.

Ew qedexeya li ser alfabeya kurdî cihê şerm û fediyê ye. Her ziman xwedan hinek dengan e û ew deng jî bi hinek tîpan tên nîşandayîn. Berbendkirina wan tîpan tê wateya berbendkirina wî zimanî, lewre jî divê di zûtirîn katê de ev berbendkirin û qedexeya li ser tîpên kurdî ji navê were hilanîn. Bi vê boneyê em wekî têkoşerên zimanê kurdî, têkoşîn û helwesta malbata Apê Mûsa silav dikin û piştgiriya xwe ji bo têkoşîna malbata Asîwa diyar dikin.
Li gel vê yekê, dewletê ji bo pêvajoya çareseriyê li gorî xwe hinek gav avêtine. Tevî ku ev gav yekalî hatibin avêtin û di avêtina van gavan de hêvî û daxwazên gelê kurd li ber çavan nehatine girtin jî ew gav destkeftinên têkoşîna gelê kurd in. Lewre jî divê gelê kurd nehêle ku ew gav jî têkçûyî û beravêtî bimînin. Bi vê bîr û baweriyê em wekî aktîvîstên zimanê kurdî, têkoşîna mamosteyên zimanê kurdî jî silav dikin û bang li Wezîrê Perwerdehiyê dikin ku di zûtirîn katê de mamosteyên kurdî werin tayînkirin. 
Her wiha em bang li siyaseta kurd jî dikin ku dest bi xebateke seferberî bikin da ku di sala nû ya perwerdehiyê de waneyên kurdî li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê werin vekirin. Bi vê têkoşînê dikarin vê gava nîvçe ya AKP’ê bikin bingeha têkoşîna ji bo azadiya zimanê kurdî û perwerdehiya bi zimanê kurdî.

Her wiha divê êrîşên li ser nirxên gelê kurd ên mîna êrîşa li ser peykerê Fermandar Egît jî bi dawî bibin û berpirsên wê êrîşê jî werin darizandin. Êdî kes ji gotinên rayedarên AKP’ê bawer nake, pêdivî bi gavên pratîk ên rasteqîn heye. Dema galegalên hîç û pûç derbas bûye, dem dema avêtina hinek gavên pêwîst e.

Comments