KURMANCÎ - Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê


Gelî mêvanên malpera Ensîtuya Kurdî ya Stenbolê hûn bi xêr hatine ser malpera me! Em hêvî dikin serdana we bo malpera me, bi kêrî we were. Emdixwazin di serî de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hinekî bi we bidin nasîn.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 18’ê avrêla 1992’yan de bi pêşengiya hinek rewşenbîrên mîna Mûsa Anter, Feqî Huseyn Sagniç, Cemşîd Bender, Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz hate avakirin. Serokê pêşîn ê Enstîtuya Kurdî Mûsa Anter e. Mûsa Anter di nav gelê kurd de bi navê “Apê Mûsa” nav û dengê wî navdar bûye. Piştî Apê Mûsa jî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê digel hemû astengiyên li ber ziman û nasnameya kurdan, der barê ziman, wêje û dîroka kurdî de xebatên xwe yên lêkolînî domandin.

Di sêrî de du ferhengên mezin ên duzimanî (kurdî-tirkî/ tirkî kurdî), ferhengên biwêj û gotinên pêşiyan, pirtûka rêzimana kurdî, pirtûkên fêrkirina kurdî, dîroka wêjeya kurdî gelek berhemên giranbuha weşandin. Her wiha rêveberên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi panel, semîner, konferansan hişyarî û hişmendiya parastin û pêşvebirina dîrok, ziman û wêjeya kurdî li nav gel belav kir. 

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji roja ku hatiye avakirin bi vir de di warê fêrkirina kurdî de xebatan dimeşîne. Îro salane nêzî hezar kes beşdarî kursên Enstîtuya Kurdî yên bi kurmancî û kirmanckî dibin, di wan kursan de zimanê kurdî hîn dibin.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji sala 1994’an bi vir de kovareke bi navê ZEND derdixe.  Di vê kovarê de jî gotarên lêkolînî yên der barê ziman, wêje, dîrok û perwerdehiyê de têne weşandin. Bi riya vê kovarê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dixwaze bingeha xebatên akademîk ên bi zimanê kurdî xurt û tekûz bike û ji berhemên lêkolînerên kurd re bibe wargehek.

Gelî mêvanên malpera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, hûn dikarin di ser vê malparê re xebat û çalakiyên Enstîtuya Kurdî bişopînin, berhemên Enstîtuya Kurdî bixwazin û ji bo fêrbûna kurdî serî li kursên kurdî (kurmancî û kirmanckî/zazakî) bidin. Her wiha hûn dikarin gotarên xwe yên lêkolînî ji kovara ZEND re bişînin.

 Ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, ji bo avakirina bingeha xebatên akademîk bi zimanê kurdî, hûn jî dikarin beşdarî xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bibin. Deriyê Ensîtuya Kurdî ya Stenbolê ji hemû lêkolîneran û berhemên lêkolînerî re vekirî ye. Hûn dikarin di ser vê malperê re xwe bigihînin me.

Ligel silavên dilgermîn

Bimînin di nav xêr û xweşiyê de

Desteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê




Malpera me ya nû: http://www.enstituyakurdistenbol.com/