RêveberiyaEnstîtuya Kurdî ya Stenbolê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Rojava şayanî XelataZiman a Feqî Huseyn Sağniç dît. Her wekî tê zanîn SZK piştî destpêkirinaşoreşa li Sûriyeyê û azadbûna hin bajarên Rojava, li gelek bajaran dibistanêkurdî vekirine, bi vî awayî bingeha perwerdehiya bi zimanê kurdî ava dike.
Saziya Zimanê Kurdî ya Rojava ji ber van xebatên xwe yên ji bo parastin ûpêşvebirina zimanê kurdî layîqî vê xelatê hatiye dîtin. Îsal dê Xelata Ziman di salvegera koça dawîn a gorbihuşt Feqî Huseyn Sağniç de bi merasîmekê pêşkêşî nûnerên Saziya Zimanê Kurdî were kirin.
Desteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî
ya Stenbolê
Malpera me ya nû: http://www.enstituyakurdistenbol.com/
Saziya Zimanê Kurdî ya Rojava ji ber van xebatên xwe yên ji bo parastin ûpêşvebirina zimanê kurdî layîqî vê xelatê hatiye dîtin. Îsal dê Xelata Ziman di salvegera koça dawîn a gorbihuşt Feqî Huseyn Sağniç de bi merasîmekê pêşkêşî nûnerên Saziya Zimanê Kurdî were kirin.
Her
wekî tê zanîn Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji sala 2005’an bi vir de li ser navê
zimanzanê kurd Feqî Huseyn Sağniç xelata ziman dide kes an jî saziyekê. Xelatgirên berê:
1- Zana Farqînî (2005)
2- Mihemed Malmîsanij (2006)
3- Abdullah Demîrbaş (2007)
4- Azadiya Welat (2008)
5- Ahmet Turk (2009)
6- Kawa Nemir (2010)
7- Li ser navê girtiyên ji doza
KCK’ê Hatîp Dîcle (2011)
8-
Mulazim Ozcan (2012)
Malpera me ya nû: http://www.enstituyakurdistenbol.com/