Atolyeyên kurdî li Enstîtuyê dest pê dikin


STENBOL(DÎHA) - Atolyeyên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îsal jî bi serlêdana 250 kesan dê hefteya pêşiya me dest bi xebata atolyeyên nû bike. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî li ser xebatên heyama nû got,  "Cihê dilşadiyê ye ku xwendekarên unîversîteyan xwedî rêjeyeke zêde ne di mijara serlêdanê de. Zarok û ciwan dahatûya miletekî ne." Farqînî der heqê nîqaşên perwerdehiya bi zimanê dayikê de jî destnîşan kir ku gelê kurd perwerdehiyeke pirzimanî dixwaze û pirzimanî zengînî ye.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku ji roja avabûna  xwe (18.04.1992) heya niha bi xebat û lêkolînên xwe yên li ser çand, ziman û wêjeya kurdî deng vedaye, îsal jî bi 'Atolyeyên zimanê kurdî' ku îsal nêzîkî 250 kesan serî lê daye, dest bi xebata hînkirina zimanê kurdî dike. Di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de ku dê hefteya pêşiya me xebatên wan ên hînkirina zimanê kurdî dest pê bikin, îsal jî wekî her salê ji bo xwendekaran gelek atolye vedibin. Xwendekarên ku serî li enstîtuyê didin, dê li gorî zanebûn û nezanîna kurdî yan jî li gorî rêjeya zanebûna kurdî di bin 4 astan de werin dabeşkirin. Di nava 250 kesên serî li atolyeyan dayî de rêjeyeke mezin ji xwendekarên zaningehê ye û li gel wan gelek kesên biyanî jî hene.
'Her diçe daxwaza hînbûna zimanê kurdî di nava gel de zêdetir dibe'
Atolyeyên zimanê kurdî yên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hefteya pêşiya me dest pê dike. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî li ser atolyeyan wiha axivî: "Her sal di payîzê de, xebatên me yên atolyeyî yên hînkirina ziman berdewan dikin. Heta niha nêzîkî 250 kesî serî li me daye. Em wan ji aliyê astê ve dabeş dikin û li gorî vê jî em êdî dest bi hînkirina ziman û xebatên atolyeyî yên li ser ziman bikin." Farqînî da zanîn ku heke derfetên wan ên fîzîkî destûr bida, dê wan bikariya zêdetir serlêdanan bipêjirînin. Lê tevî her tiştî serlêdan û eleqeya li atolyeyên kurdî her ku diçe zêdetir dibe. Farqînî, kêfxweşiya xwe ya serlêdanan wiha anî ziman: "Cihê dilşadiyê ye ku xwendekarên unîversîteyan xwedî rêjeyeke zêde ne di mijara serlêdanê de. Çima ez vê yekê dibêjim; ji ber ku zarok û gênc yanê xort dahatûya miletekî ne. Ji bilî kurdan kesên biyanî yên wekî amerîkî, îtalyanî û kesên ji miletên din jî kes hene. Ew jî bi taybetî ew kes in ku li ser mijarên bi kurdan re eleqedar master û doktorayê dikin û dixwazin di wan waran de kariyereke akademîk bi dest bixin."
'Atolye li gorî 4 astan tên sazkirin'
Farqînî da zanîn ew atolyeyên xwe li gorî ast û dereceyan saz dikin û 4 astên wan hene û wiha berdewam kir: "Asta 1'emîn ji bo kesên ku qet bi kurdî nizanin û kesên ku kêm bi kurdî dizanin, tê sazkirin. Asta 2'yemîn ji bo kesên ku ji aliyê axaftinê ve pirsgirêkên wan nîn in, belkî ji aliyê zimanê nivîskî yê standart ve tengasî û kêmasiyên wan hene, tê sazkirin. Asta 3'yemîn ji bo kesên hem zimanê nivîskî baş dizanin, lê dixwazin li ser dîroka kurdî, wêjeya kurdî, zargotina kurdî û warên berfirehtir ên gramerê xwe bi pêş ve bibin, tê danîn. Wekî dawî, asta 4'emîn jî ji bo wan kesan e ku êdî gihiştine asteke wisa ku dixwazin ji aliyê lêkolîn û lêgerînê ve, ji aliyê nivîsandina gotarên akademîk ve xwe bi pêş ve bibin."
'Xwe nadin ber perwerdehiya bi zimanê dayikê'
Farqînî li ser nîqaşên perwerdehiya bi zimanê dayikê jî axivî û helwesta dewletê ya li hemberî zimanê kurdî bi vî awayî nirxand: "Dema ku mijara weşana televizyon û radyoyên kurdî dihata rojevê jî, helwest hema hema wekî vê helwesta niha bû. Wê çaxê jî digotin bila dewlet têkiliya xwe bi vê yekê re neke, bila gel bi xwe, bi îmkanên xwe weşanên radyo û televîzyonan bikin, yanê bila dewlet li derve bimîne, bi awayekî taybet, weşanên radyo û televîzyonan bikin. Niha jî gava ku em bala xwe didinê, ku mijara perwerdehiya bi zimanê dayikê tê rojevê, helwest kêm zêde wekî berê ye." Farqînî got ku ne partiya desthilatê, ne jî partiyên muxalefetê xwe nadin ber perwerdehiya bi zimanê dayikê û wiha pê de çû: "CHP dibêje bila mafê hînbûna zimanê kurdî hebe. Yan jî em baş pê nizanin lê li gorî gotegotan di pakêta AKPê de tiştekî wekî daxwaza gelê kurd nîn e. Erê behsa dibistanên taybet tê kirin ku li van deran kurdî dikare bê bikaranîn, hinek mafên hînkirinê dê werin zêdekirin, filan û bêvan. Lê ev têrê nake. Jixwe mafê hînbûnê ji bo kesên ne kurd e. Yanê ew maf ji bo wan e."
'Pirzimanî zengîniyek e'
Farqînî got ku niha li Tirkiyê tê gotin ku dev ji felsefe û ferasata destpêkê ya monîst-yekxwaz hatiye berdan û êdî dê bi awayekî plûralîst-pirxwaz li meseleyên Tirkiyeyê were nihêrtin. Farqînî anî ziman ku çawa ku ji aliyê sosyolojik ve civak ne yekreng e, nexwe divê mirov di wan çareseriyan de ku ji bo wan pirsgirêkan tên xwestin werin peydakirin jî bi awayekî sosyolojik tev bigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi vî awayî, bi awayekî pirrengî, pirdengî, pirçandî, pirbîrûbawerîtî, pirzimanî li wan meseleyan bê nihêrtin, ji ber ku berê jî li vê cografyayê ev tişt hebûn, niha jî li dinyayê perwerdehiya pirzimanî heye." Farqînî bal kişand hinek dibêjin "Kurd tenê û tenê dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibin." û wiha pê de çû: "Tevgera siyasî ya kurd jî, siyasetmedarên kurd ku li ser navê kurdan siyasetê dikin jî dibêjin ku 'Em ligel zimanê tirkî dixwazin zimanê xwe yê dayikê jî hîn bibin, pê perwerdehiyê bibînin.' Yanê perwerdehiyeke pirzimanî tê daxwazkirin. Pirzimanî jî zengîniyek e."
'Divê qada jiyanî ya ziman vekirî be'
Farqînî destnîşan kir ku heta ku zimanê kurdî nebe zimanê perwerdehiyê, asîmîlasyon berdewam e û heta ku zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerde nebin, ew berdewamiya asîmîlasyonê bi xwe ye û wiha lê zêde kir: "Tenê bi perwerdehiya bi zimanê dayikê jî nabe. Divê qada jiyanî ya ziman vekirî be, tu astengî jê re nebe ku bikare jiyana xwe berdewam bike." Farqînî herî dawî wiha got: "Bi rastî gava ku mirov li helwestên dewletê dinêre, çi dema ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî tişt tên nîqaşkirin, em dibînin ku ne tenê partiya îqtîdar, her wiha partiyên din li ser nedana mafên kurdan dibin yek. Naxwazin zimanê kurdî, nasnameya kurdî, çanda kurdî, bi çanda tirkî û yên serdest re bibin xwedî heman mafî. Lê heke ku mirov gelekî nas neke, maf û azadiya wî asteng bike, azadiya wî kêmtir û sînordar bike, ev nîşana nîyeta berdewamkirina felsefe û siyaseta yekperestiyê ye."
(oy-bo/mae)