Roja we bi xêr
gelî xwînerên malpera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê!
Ji niha pê ve em dixwazin di vî
quncikî de we der barê xebatên xwe de agahdar bikin. Enstîtuya Kurdî ya
Stenbolê çi karî dike, kîjan bername dane ber xwe, der barê vê yekê de em ê
raya giştî û dilxwazên ziman, wêje û dîroka kurdî agahdar bikin.
Her wekî me li ser malpera xwe jî
ragihandibû, di 29’ê meha berfanbarê de kongreya me pêk hat. Di kongreyê de
rêveberiyeke nû hate hilbijartin. Me di nav saziyên sivîl ên kurd de gaveke pêşeng
avêt û di rêveberiya xwe de pergala hevserokatiyê bi cih kir. Di encama
hilbijartinê de Samî Tan û Gulseren Yilmaz wekî hevserok; Haci Sayin, Alî
Arslan, Gulşen Erdogan, Muzaffer Avşar, Îhsan Akyuz wekî rêveber hatin
hilbijartin. Rêveberiya nû di civîna yekemîn de karbeşiya xwe kir û bi endamên
xwe re civînek li dar xist. Di vê civînê de ji bo xebatan ev komîsyon hatin
avakirin:
Komîsyona
hîndekarî û perwerdehiyê
Atolyeyên hînkirina zimanê kurdî ji
hêla vê komîsyonê ve têne birêvebirin. Hemû kesên ku wekî mamoste beşdarî
atolyeyên zimanê kurdî dibin, wekî endamên Komîsyona Perwerdehiyê hatin
destnîşankirin. Her wiha ji ber ku ji bo
bipêşxistina xebatan pêdivî bi perwerdehiyeke domdar heye, me biryar da ku ji
bo mamosteyên xwe perwerdehiya navxweyî pêk bînin. Komîsyona perwerdehiyê dê di
vî warî de bernameyê amade bike. Wekî pêşniyar jî hate xwestin ku lênûska polê
bê amadekirin û materyalên perwerdehiyê dewlemendtir bibin. Di warê dîtbarî û bihîzyarî de jî hinek
materyalên alîkar bêne amadekirin. Ji bilî van tiştan, li ser kovareke
fêrkirinê jî xebat didome. Ev kovar dê salê du caran, ji bo şagirt û mamosteyên
atolyeyên zimanê kurdî dê bê weşandin.
Ji bilî zaravayên kurmancî û
kirmanckî dê ji bo fêrkirina zaravayê soranî jî xebat were destpêkirin. Her wekî
tê zanîn der barê kurdan de di arşîva Osmaniyan de gelek belge hene, heta niha
hinek xebat li ser van belgeyan hatine kirin, bo nimûne endamê Enstîtuya me
birêz Ke Kerem Soylu di vî warî de du pirtûk (Mesail-i Mühimme-i Kurdistan û
Osmanlı Belgelerinde Dersim ve Civarı) dan çapkirin. Her wiha Koma Kurdolojiyê jî di vî warî de
xebatê dike û heta niha çend pirtûk dane çapkirin, yek ji van pirtûkan der barê
Rojî Kurd de û ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatiye weşandin. Lê belê di vî warî de pêdivî bi xebatên
berfireh heye, ji bo vê yekê jî divê mirovên ku dizanin van belgeyan bixwînin deşîfre
bikin zêdetir bibe. wiha dê ji bo
xwendina belgeyên bi osmanî jî atoleyeke fêrkirina osmanî were vekirin.
Komîsyona
Hişmendiyê
Ev komîsyon dê xebatên mîna serdan,
panel, semîner û gotûbêjan li dar bixe, bi vî rengî mijara parastin û
pêşvebirina zimanê kurdî bixe rojeva civakê.
Komîsyona
Werger
Komîsyona wergerê dê di warê wergerê de xwe amade bike û di hemû
waran de karê wergerê yê ku dikeve aliyê Enstîtuya Kurdî hilgire ser milên xwe.
ZEND
Ji bo weşana Enstîtuya Kurdî ya
Stenbolê ZEND ku wekî rêzepirtûk tê çapkirin, desteya weşanê hate diyarkirin.
Ji niha pê ve dê kovar di bin çavdêriya vê desteyê de bi edîtoriya Alî Arslan
were weşandin.
WEŞAN
Pirtûkên Enstîtuyê ku çapa wan
qediyaye û hinek pirtûkên nû yên li gorî xeta weşanê ya Enstîtuyê dê werin
çapkirin. Wekî gava yekem dê Hînker Asta 1 di demeke kurt de were weşandin û
bigihêje ber destên kesên ku dixwazin vê pirtûkê di xebatên xwe yên hîndekariya
ziman de bi kar bînin.
Bi kurtasî em dikarin bi vî rengî
dawî li vê nivîsa xwe bînin. Heta nivîseke din bimînin di nav xêr û xweşiyê de.
Li ser navê Desteya Rêveber a
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Samî TAN (Hevserok)
Comments
Post a Comment