Li Îranê zimanê kurdî tê qedexekirin

Bêstûn Kakeyî (BasNews): Rêveberiya Giştî ya Îdareya Îrşada Îslamî li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên nêzîkê wê daxwaz dike ku ji bo parastina zimanê farisî fermangehên wan bêjeyên zimanê Kurdî bi kar neyînin.

Berî niha bi demekê Rawêjkarê Serokkomarê Îranê bo Karûbarê Kêmarên Neteweyî û Mezhebî yên nav Îranê Elî Yunisî angaştibû ku li nav Komara Îslamî ya Îranê xwendina bi zimanên din azad e.
Parlamenterê Kurd li Parlamentoya Îranê Mihemed Qasimî Osman ji van axaftinên rawêjkarê serokkomar biguman e û got: ‘’Pêkanîna projeya xwendinê bi zimanê dayîkê li Îranê ji rastiyê dûr e û tenê axaftin e."
Mihemed Qasimî wiha axifî: ‘’Ligel destpêka Komara Îslamî behsa xwendin û fêrbûna zimanên nav Îranê tê kirin, lê tenê propagande ye û dûrî rastiyê ye. Ji ber heta niha rê li ber xwendina tu zimanên din nehatiye vekirin."
Li gorî benda 15 ya Destûra Daîmî ya Komara Îslamî, xwendin û perwerde bi zimanên nav Îranê ji xeynî farisî azad e û divê hikûmet hêsankariyan bike û perwerde û xwendina bi zimanên din.

Comments