Li Enstîtuya Kurdî Standa ji bo Azadiya Ocalan

Saziyên demokratîk ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan daye destpêkirin.  Kampanya her ku diçe berfirehtir dibe. Saziyên demokratîk wekî deh milyon îmze hedef daniye ber xwe.  Em jî wekî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi dil û can ji bo aştî û azadiyê piştevaniya vê kampanyayê dikin. Li Enstîtuya Kurdî jî ji bo azadiya birêz Ocalan standa îmzeyê hatiye vekirin, dilxwaz û têkoşerên zimanê kurdî dikarin li standa Enstîtuyê daxwaznameya ji bo azadiya birêz Ocalan şanenav bikin.
Kampanyayê 15'ê reşemiyê anku di salvegera Komploya Navneteweyî  li ser banga 127 rewşenbîran dest pê kiribû. Platforma ji bo aşatiyê ji Ocalan re azadî, bi civîneke çapemeniyê ya li Hotela Elite World deklarasyon aşkera kiribû.  Parlementer Emîne Ayna, Garo Paylan, Akin Bîrdal, Aydin Engîn, Serokê Giştî yê SDP Rıdvan Turan, Seroka Rêxistina EMEPê Sibel Uzun, Erdal Îmrek, parêzer Fırat Epozdemîr, Ufuk Uras, Rojda û Erol Berxwedan jî tevli civînê bûbûn.

Comments