Jiyan bi kurdî xweş e, giyan bi kurdî zindî ye

Dem û dewran derbas dibe, pê re jiyan diguhere, mirov diguherin... Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îsal 22 sal li pey xwe hiştin. Me jî gelek sal li pey xwe hiştin. Belê, em nifşên ku hingî ciwan û nûciwan bûn, niha mirovên navsere ne. Gelekên ku hingî navsere bûn, niha kal û pîr bûne.
Hinekan jî ji nav me bar kir û ketin nav karwanê gorbihuştan.  Pêşî Apê Mûsa bi destê bêbextan hate kuştin, piştî avabûna Enstîtuya Kurdî bi şeş mehan. Piştre Apê Feqî, Mele Îsmet, Îsmaîl Göldaş, Apê Torî, Cemşîd Bender, Abdurrahman Durre, Abdullah Varlı, Şêx Şefîk, herî dawî par seyda Celalettîn Yöyler...

Di van bîst û du salan de notirvanên pergala dagirker û aşê hêrana dil û mêjiyê me jî yek li pey yekî daketin qala siyasetê, wan jî bi zilm û zordariya xwe şopeke xerab li pey xwe hişt, ji ber çavan winda bûn.  Hinek ji wan mirin. Bo nimûne, Ecevît berî ku avabûna Kurdistanê bibîne (di dilê wî de ev tirseke mezin bû) çû. Ji hemûyan jî çerm nema, lê navekî xerab ma.
Avakerên Enstîtuya Kurdî têkoşerên doza azadiya gelê kurd bûn. Wan wisa bawer dikir ku ev pergala dagirker dê rojekê têk biçe û dê çand û zimanê kurdî li ser xaka kurdan azad bibe. Ew giş ji ber zilma Roma Reş reviyabûn metropolan, hinekan gundê wan hatibû şewitandin, hinekan ji destê melkemotê  bi zor û zehmetî canê xwe rizgar kiribû.
Hemûyan jî dixwest li welatê xwe, bi çand û zimanê xwe kurdên azad bijîn, lê dagirkeran ev derfet ji destên wan girtibû. Ji ber vê yekê wan jî xwe li metropolan girtibû. Digel vê zilm û zorê jî wan serî neditewand û dev ji doza xwe bernedida. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di van mercan de ava bû. Vê bûyerê di nav gelê kurd de û raya giştî ya Tirkiyeyê de gelekî deng veda, hêviyeke mezin da gelê kurd. Hêzên dagirker jî ji vê hêviya gelê kurd zivêr bûn, wan yekser hêzên xwe şandin ser Enstîtuya Kurdî û wan tabelaya Enstîtuyê anî xwarê.
Ligel pest û pêkutiyan, li gel kuştin û girtinan jî Enstîtuya Kurdî xebatên xwe domandin. Ji bo ku ziman, wêje û dîroka kurdî geş bibe, dest bi xebatên lêkolînî hatin kirin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di sêrî de du ferhengên mezin, du ferhengên biwêjan, ferhenga gotinên pêşiyan, pirtûka rêziman, seta hînkirina zimanê kurdî, dîroka wêjeya kurdî, bi dehan pirtûk çap kirin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê gelek panel, semîner, sempozyûm û konferans li dar xistin, rêveber û endamên saziyê beşdarî gelekan ji van çalakiyan bûn.
Bi salan e, Enstîtuya Kurdî mirovan hînî zimanê kurdî dike. Ji sala 2007’an bi vir de ev xebat birêkûpêk pêk tê. Îro salan e, nêzî hezar kesî beşdarî atolyeyên zimên ên Enstîtuya Kurdî dibin. 
Ligel vê yekê jî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî di nav de saziyên ku di salên 90’î de hatine avakirin, heta radeyekê peywira xwe bi cih aniye, ji bo wê dem û dewranê li gorî hêz û şiyana xwe bingehek ava kiriye. Ji niha pê ve divê saziyên nû werin avakirin. Ev saziyên nû divê li gorî pêdivî û pêwîstiyên serdema nû bin. Saziyên 90’î saziyên serdema berxwedan û rizgariya neteweyî bûn. Saziyên nû divê saziyên serdema xweseriya demokratîk bin. Êdî pêdiviya kurdan bi zanîngeh û dibistanên rasteqîn heye. Êdî di bin banê şîrket û komeleyan de xebata zanist û perwerdehiya kurdî nayê kirin. Divê statûya saziyên kurdan jî digel statûya gelê kurd biguhere.  
Ji hemûyan girîngtir divê dibistan û zanîngehên kurdan li ser xaka Kurdistanê bin. Helbet li Stenbolê bi milyonan kurd hene, Stenbol her tim bûye navendeke girîng a rewşenbîriya kurdî, ji ber ku Stenbol bajarekî navneteweyî ye. Lê belê xebata kurdî divê li ser xaka Kurdistanê bê meşandin. Ensîtuya Kurdî ya Stenbolê, li gorî hêz û şiyana xwe dê xebatên xwe bidomîne, lê belê êdî ala zimanê kurdî divê li ser bircên Amedê li ba bibe. Em jî wekî rêveber û endamên Enstîtuya Kurdî ji bo ku pêdiviyên gelê me yê Stenbolê bi cih bînin xebata xwe bidomînin, her wiha em ê bi dil û giyan piştgirî û piştevaniya xebatên li Kurdistanê bikin.
Me bi vê bîr û baweriyê bi merasîmekê salvegera xwe pîroz kir. Di vê merasîmê de me Xelata Ziman a Feqî Huseyn Sagniç da xelatgira xwe ya îsal mamoste Ronayî Onen. Her wiha 24 mamosteyên me yên ku asta mamostetiyê birine sêrî û ev demeke mamostetiyê dikin, sertîfîkayên xwe wergirtin. Ligel hinek kêmasiyên organîzasyonê jî şeva me xweş derbas bû. Beşdariyeke xurt hebû, em ji hemû dilsoz û dilsojên zimanê kurdî re ji bo beşdariya wan spasiyên xwe pêşkêş dikin.  Bi xebat û têkoşîna me stêrka zimanê kurdî naxurice, dê her tim li esmanê welatê me bi awayekî geş biçirûse. Her wekî em tim dibêjin, "Jiyan bi kurdî xweş e, giyan bi kurdî zindî ye."

Comments