ZIMANÊ DAYIKA MIN

Di ferhenga dagirkeran de
navê talanê medeniyet e
navê kuştinê sen’et e
li çar alî hatin
li çar alî  kuştin
jiyan talan kirin
mirin ji bo min hiştin
konê hebûna xwe
li ser nebûna min vedan
hingî canek serê xwe hilda birrîn
hingî xwefiroşek ruhê xwe firot kirrîn
her cara ku min bi zimanê xwe yê
ku “nayê zanîn” got, ez ez im
di devê min de tendûr dadan

her peyvek ji zarê dayika min
kirin pûş û pelaş
sed caran di gewriya min de sotin
goştê canê min li ser zimanê min sor kirin
devê min bi heft kilîtan mor kirin
û her rojê sed caran
 li rûyê min gotin
dev ji zimanê dayîka xwe berde
ziman nîn e
min xwe avêt ber bextê çiya
û rabûm piya
kî dikare serê çiyan bitewîne
kî dikare zimanê çiya bibire
kî dikare ruhê çiya bikire
bûm hevrêyê çivîkan
ku her çivîkek stranên xwe
                   ji dengê dayika xwe dilîlîne
her çivîkek bi refa xwe re difire
gotin, guh nede lorîkên dayika xwe
                   xewnên xwe nebîne
min got,
her berxek li ber dilê dayîka xwe şirîne
gotin nemêje şîrê dayika xwe
                                     helal nîn e
Min got, tenê dayîk e ku li şevên qîr û qetran
  xewê li xwe heram dike heta berbangê
 li ber darê dergûşê dilorîne
Gotin, bihişt di bin pêyên dayika te de nîn e
Min got, dayîk her yek e ku dizeyîne
dayîk nebe bihişt nîn e
Gotin xwebûnek te nîn e
                li hebûna me bibe pîne
Min got, heramzade ye herçî ku xwe nebe
                              ji xwe nîn e
Gotin, were li ser sergoya me bizûre
                            bo te jîn e
Min got, mirin carek e du car nîn e
Gotin, zimanê xwe jê ke bavêje ku qirêj e
       bes e bo te parîyek ji zimanê me ku dirêj e
Min got, dengê dayikê li guhê min bang e
       her peyvek dayîkê li min ayat û limêj e
Gotin, dengê me ye deng vedide dengê te nîn e
Min got,
Ev deng ji kana hebûna min e
Ku ji man û namanan hatiye nizilandin
li dilê dayîka min hatiye meyandin
û li can û giyanê min hatiye honandin
rengvedana ruhê dayîka min e
eger yek rengek ji dengê dayîka xwe bikujim
şîrê dayîkê li min helal nîn e 

                                MIRAZ RONÎ
               22.11.2012 Silivri

Comments