CIVAKZANIYA ZIMAN

Tê zanîn ku ji hêla zanyarên ku bi ziman pêwende ne (wekî zimanzan, felsefezan, civakzan, dîrokzan û derûnîzan, hwd.) ziman bi pêwîstekên xwe ve hildane dest, ew pênase û şîrove kirine. Encax pênaseya ku ji bo hemû zanistan hevpar e bi kurtasî wiha dê bê  ravekirin: .Ziman behreya danûstandin û ragihana mirovan e.
Civaknasî xwediyê rêzkarî û dîsîplîneke biçarçove ya berfireh û piralî ye. Ji bo vê yekê jî tarîfa civaknsiyê jî  ji hêla zanyarên profesyonel ên civaknasiyê ne hêsan e. Lê  civaknasî bi pênaseyeke hevpar  jî  wiha dê bê terîfkirin:  Xebat û vekolanên  ku li ser hev karîgeriya civak û însanan e.

Mirov dema ku wan her du pênaseyan dide ber hev, bi awayekî vekirî dibîne ku ziman û civakzanî bêyî hev nabin û tevî hev li ser însan, civak, gel, netewe û desthilatdariyê bandor û ancamên mezin dertînin .Ji aliyê civaknasiyê ve însan wekî yekeya herî biçûk a civakê tê qebûlkirin û civak jî wekî encama tomariya mirovan nîşan dide. Mirov bi zimanê xwe yê dayikê ve dibe xwediyê nasnameyekê û malbatekê, malbat jî yekeya rêxistinkirî ya herî biçûk a civakê ye. Civak jî ji civakbûna kesan û malbatan pêk hatiye.
 Civak û civakbûn li ser danûstan û ragihana zimanê dayikê ava bûye. Civaka ku civakbûna xwe bi zimanê dayikê pêk aniye di heman demê de bûye xwediyê hin hevpariyan. Anku hevpariyên wekî; dab û nêrît, kevneşopî û aboriya komuneyî û hwd. Di dîroka mirovatiyê de kamilbûna civakbûna civakê bi xwe re hest û hizrên xwedîtiya xakeke hevpar deranî. Û vê yekê jî bi xwe re sazîbûna êl û eşîretan a ku qonaxa herî mezin a civaka komunala kevnare û destpêka feodalîteyê derxist holê. Mirov dikare bibêje ku ziman di vê xola feodaliteyê de li ser sosyalbûna civakê mezintirîn karîgerî û guherînîn pêk anîn û desthilatdariyê  bi awayekî fermî bingeha zanista civakê sazand. Zimanê desthilatdariyê civak,bi çînên civakî terîf kir. Di nav civakê de pênase û gotinên cuda ên civaknasiyê derketin holê.
Bi gelemperî di pêşengtiya rêxistinên olî de pênaseya exlaq û mafên çînan li gorî cih, dem û waran bi awayekî nivîskî hatin sepandin.Desthilatdaran pê hesiyan ku bi zimanê civaknasiyê rêvebirina civak û gelan hêsantir dibe. Ev rastî di serdema kapîtalîzmê de bi peresîna zanista civaknasiyê hêj  bi pêş ve çû û di destê desthilatdariyê de bû çekeke karîger. Jixwe dewlet ne berhemeke kapîtalîzmê ye, bi tenê dewlet pêkhateyek ku xwediyê axeke sînorkirî û civakeke ku bi zimanê civaknasiyê hatiye çêkirin e. Yanê modernîteya kapîtalîst bi zimanê civaknasiyê û zanista wê, serdanpê civakeke nû afirand.
Encax ew civaka ku hat afirandin bi hemû taybetiyên xwe ve li dijî civaka xwezayî û modernîteya demokratîk e. Sepandin û ancamên herî berbiçav di Tirkiyeyê de pêk hatin. Enstîtuyên Gundan û Dibistanên Leylî yên Herêmî bi zimanê civaknasiya herî paşverû ya faşîzmê hatin damezirandin. Wekî rêgezekê her dewletekê bi civaknasiya zimanê xwe, anku li gorî bîrdoziya xwe ya civaknasî dewlet parast û bi xwe ve girêda û wan xwest ku li ser dinyayê zimanê civaknasiyeke hevpar pêk bînin.
Ji bo vê yekê jî wan du şerên mezin ên dinyayê derxistin,lê dîsa wan nekaribû bigihêjin encamê. Her ku çû alozî zêdetir bûn û ew kirinên bi darê zorê hatin cih, li her derê ji hêla hêzên modernîteya demokratîk ve, ji hemû aliyan ve  têkoşîn hat dayîn. Îro jî li ser xaka Kurdistanê li dijî Modernîteya Kapîtalîst têkoşîna Modernîteya Demokratîk bi zimanê civaknasiya xwe ji her aliyî ve didome.  
Muzaffer Avşar
Veterîner-Bijîşk

Comments